Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê 15 Serhildêrên Opozisyonê Tên Kuştin û Daiş Êrîşî Hema yê Dike


Di şerê navbera serhildêrên Sûrî yên piştgiriya Tirkiyê werdigrin û çekdarên Daiş de, 15 serhildêrên opozisyonê hatin kuştin, li gor gurûpeka çalakvan û berpirsên Tirkiyê.

Jimara kuştiyên serhildêrên opozisyonê li nêzîkî sînorê Tirkiyê ew jimara herî bilind e ji dema derbasbûna hêzên Tirkiyê di meha tebaxê de ji bo alîkariya opozisyonê bikin da Daiş têkbibin û pêşketinên Kurdan rawestînin.

Li navenda Sûriyê di heman demê de, du teqînên xwekujî li bajarê Hema yê rûdan li nêzîkî nivîsîngeha partiya Beis a desthiladar, û di encamê de du kes kuştin û bi kêmanî 12 birîndarkirin, li gor ajansa nûçeyan a dewletê SANA.

Ajansê got xwekujekî îro duşemê li meydana el-Asî xwe peqand û yê din jî piştî 15 kêlîlkan xwepeqand.

SANA dibêje wênegirekî wê bi navê Îbrahîm Ajaj di dema romalkirina teqînan de birîndar bû.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got herdû teqînan du kes kuştin û 14 birîndar kirin.

Daiş bi riya ajansa xwe ya nûçeyan Aamaq berpirsiyariya xwe ragihand li dor van teqînan û got sê kesên xwekuj ev êrîşî kirin.

XS
SM
MD
LG