Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 2 Leşker û 13 Şervanên Kurd Tên Kuştin


Karbidestên Tirk dibêjin, di tundûtijîyan de 13 mîlîtanên Kurd û 2 leşkerên Tirk li başûrê rojhilata Tirkiye ku bi piranî Kurd in, hatin kuştin.

Daxuyaniyeke artêşa Tirk îro Duşemê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Tirkiyê, di sê operasyonên cuda de 13 serhildêrên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şirnex û Hekarî, li ser sînorê Îraqê û li Agirî ya ser tixûbê Îranê kuştin.

Ajansa Anadol a dewletê ragihand ku 2 leşker li Hekarî hatin kuştin, piştî serhildêrên PKK bombeyeke ser rêkê di dema derbasbûna otomobîleke leşkerî de peqand.

Tê zanîn, şerê navbera hêzên Tirkîyê û PKK sala borî jinûve destpê kir, piştî ku danûstandinên aştiyê têk çûn.

Ajansa Anadolu dibêje di şerê berdewam de 600 kes ji hêzên ewlekarî yên Tirk û bi hezaran mîlîtanên PKK hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG