Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Filestînî Biryar Dide Hilbijartinan Tenê li Qeraxa Rojava Bike


Dadgeha bilind a Filestînê îro duşemê biryar da hilbijartinên şardariyan tenê li qeraxa rojava bêne lidarxistin, û kerta Gaza ya bin destê Hemas ji van hilbijartina bidûrxit, di gavekê de ku yekem beramberiya siyasî ya pêşbîn têk dibe di navbera tevgera Fetih û Hemas de.

Biryara dadgehê, dabeşbûna navçeyan û her wiha ya siyasî dupat dike di navbera serok Mahmoud Abbas ê hikumraniya hin beşên qeraxa rojava ya Filestînê dike û gurûpa çekdarên misilman Hemas ku desthiladariya kerta Gaza dike.

Tevgera Hemas, rexne li biryarê kir û bang li komîta hilbijartinan kir ku biryara dadgehê red bike.

Wê got:

“Ev biryareka siyasî ye ku dabeşkirinê kûrtir dike.“

Biryarbû, hilbijartin roja 8ê vê mehê bêne li darxistin, lê ew meha borî hatin ragirtin.

XS
SM
MD
LG