Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Ehmed Xelîl: Dîrok û Zimanê Kurdî Stûnên Hebûna Gelê Kurd E


Ronkabîrî û zanistiya Kurdî mîna beşekî ji beşê jiyana kurdî ya, dijwar û tije kelem in, lê belê kesên şehreza her xebatên xwe berdewam kirine da ku asta zaniztiya kurdî hildin jor, yek ji wan kesên ku hewldanên bê hempa dike Dr. Ehmed Xelîl e ji xelkê Efrînê ye û nuha li eyaleta Texas ya Amerîkî dimîne.

Dr. Xelîl bû mêvanê Deng û Reng û hinek ji jiyana xwe bi me re dabeş kir.

Jînîgariya Nivîskar:

Dr.Ehmed Xelîl di sala 1945an de, li gundê Kurzêl, devera Efrîn (Çiyayê Kurmênc), ji dayik bûye.

Dr. Xelîl belgenameya xwendina seretayî, amadeyi û bilind li dibistanên bajarê Efrîn stand, di pê re, wî belgenameya diblom, master û duktora, di wêjeya erebî de, li Zangoya Helebê stand.

Li zanîngeha Helebê û yên Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî bo mamoste.

Lêkolînên Dr. Xelîl li ser du beşan ava bûne:

1-Beşê rexneya tora Erebî

2- Beşê Dîrok û Lêkolînên Kurdî

Li nêzî 24 pirtûkên wî yên çapkirî hene bi herdû zimanan( Erebî û Kurdî)

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:19 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:46 0:00

XS
SM
MD
LG