Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonekê de li Tirkiyê du Çekdar Xwe Tenê Dikujin


Berpirsekî Tirkiyê dibêjin du çekdaran îro şemiyê xwe peqandin û xwe tenê kuştin li nêzîkî Anqera paytext, piştî deshilatdaran ji wan xwest çekên xwe deynin, li gor medya xwecihî.

Raport dibêjin herdû kesên xwekuj bawere jinek û mêrekî bûn, ku renge girêdayî serhildêrên Partiya Karkerên Kurdistan PKK bûn, ku ev bû bêhtirî sî salî ye şerê dewleta Tirkiyê dike.

CNN a Tirkî ragihand ku teqemeniyên plastîk û her wiha 200 kîlo madeya Nitrat el- Emonyom bi çekdaran re bûn.

Desthilatdar li bergumanekî sêyem digerin renge tevlî herdû xwekujeran bûbe.

Berpirsekî hikûmetê piştrast kir ku ti kuştiyên din nebûn.

Tê zanîn, ev bû saleke Tirkiyê rastî êrîşên giran dibe ji aliyê Daiş û PKK ve.

XS
SM
MD
LG