Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Frensa Xwepêşandan li Dijî Wergirtina Koçberên Kampa Kalê Dibin


Li Frensa gundî xwepêşandanan dikin li dijî gihîştina koçberên ku li derdora welêt belav bûne, di demekê de hikûmet kampa Kalê digre. Ev kampa ku bûye nîşaneka berbiçav a kirîza koçberan li Ewrupa.

Sê rêveçûnên xwepêşandanê li beramber hev îro şemiyê hatin li darxistin li Pierrefeu ya başûrê rojhilata Frensa.

Şaredarê bajarok serkirdayetiya sedan kes kir li dijî pilana hikûmetê ya bicihkirina koçberan li aliyê vala yê nexweşxaneya nexweşiyên derûnî ta ku rewşa wan a penaxwaziyê zelal bibe.

Çalakvanên baskê çep wan ji bo xêrhatina koçberan rêveçûn li darxistin.

Piştre, Eniya niştimanî ya radîkal wê jî xwepêşandanên dijî koçberan birêve birin.

Siyasetmedarên Eniya Niştimanî ew jî amade bûn di xwepêşandana îro şemiyê de li Forges-les-Bains a başûrê Parîsa paytext, cihê ku derdora 40 koçberên Afganî ji kampa Kalê lê hatibûn bicihkirin.

Hikûmet pilan dike di van hefteyên bê de kampa Kalê bigre.

XS
SM
MD
LG