Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîdyoyeka Trump li dor Jinan Komariyan Ditengirîne


YouTube screen grab from video obtained by The Washington Post of lewd conversation about women between Donald Trump and Billy Bush.
YouTube screen grab from video obtained by The Washington Post of lewd conversation about women between Donald Trump and Billy Bush.

Herçendî wî daxwaza lêboorînê ki, Bilindbûna tengirînê li nav komariyan berdewame piştî belavbûna vîdyoyeka kandîdê komarî Donald Trump ku tê de gotinên ne baş li dor jinan dibêje.

Trump di vîyoyekê de ku li ser rûpela wî ya Facebook hat belavkirin, got:

"Ez şaş bûn û ez daxwaza lêborînê dikim."

Birêberê rapirsînan ê komarê Kristen Soltis, ji CNN re got Trump herdem dijwarî hebû li dor wergirtina piştgiriya jinên sipî yên xwedî bawernameyên zanîngehê, û ev vîdyoya dawî jî ev dîwara han bilindtir kir.

Hin serkirdeyên komarî, di heman demê de, êdî pişgiriya xwe dikşînin bo kandîdê serokatiyê, Donald Trump, bi taybetî piştî belavbûna vê vîdyoyê.

Serokê civata niwêneran Paul Ryan got ew bêzar bû ji axaftinên Trump û ragihand ku Trump dê amade nebe li festîvala salane ya vê payîzê li wîlayeta Wisconsin ku Ryan bi xwe jê ye.

Biryarbû Trump li gel Ryan, hakimê Wisconsin Scott Walker û serokê Partiya Komarî Reince Priebus amade be.

Serkirdeyê piraniya Sînato Mitch McConnell, ji aliyê xwe ve got, "Axaftinên Trump pîs in û bi çi şêweyî nayên pejirandin. Ez bawerim, pêwîste Trump raste raste daxwaza lêborînê bike ji hemî jin û keçan li her deverekê."

XS
SM
MD
LG