Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WikiLeaks Hindek Emailên Clinton Belav Dike


Wikileaks doh înê jimarek emailên kandîda demukrat Hillary Clinton belav kirin, di nav de jî hindek beş ji axaftinên wê li gel kompaniyên Wall Street.

Li gor Wikileaks, Clinton gotiye” Herdû cihên giştî û taybet“ pêwîstin ji pirsgirêkên siyasetê.

Hêjayê gotinê ye, Clinton di helmeta xwe ya hilbijartinan di vê derbarê de, bi awakê rijd rastî rexneyên dengdaran tê ku gelek ji wan dibînin ew ne cihê baweriyê ye.

Serokê komîta niştimanî ya komariyan, Reince Priebus di daxuyaniyekê de, got van emailan diyar kir ku “Hillary Clinton, di helmeta xwe de li kesayetiyekê xwedî derketiye ku bi temamî kesayetiyeke sexteye.“

Ev email di nav sedan name de bûn, Wikileaks belavkirin ji hesabê hackkirî yê John Podesta, serokê helmeta Clinton.

Helmetê rastiya nameyan hîn piştrast nekiriye.

Belavkirina van emailan tê berî du rojan ji gotûbêja duyem a serokatiyê di navbera Clinton û rikberê wê yê komarî Donald Trump de.

Tê ragihand, Clinton bêhtirî 20 milyon dolar wergirtin e ji bo axaftinên xwe li gel dehan kompaniyên Wall Street.

XS
SM
MD
LG