Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çeperên Hêzên Sûrî li Nibolê Şifêrên Efrînê Asteng Dikin


Welatiyên Efrînê, yên bervî Helebê diçin, rastî astengiyan ji aliyê gurûpên leşkerî yên girêdayî rêjîmê ve tên.

li gor şifêrên tirimbêlan, li bajarokê Nibol, ku di bin kontrola rêjîmê de ye, hêzên rêjîmê welatiyan ji tirimbêlan dadixin, wan neçar dikin pereyan bidin, û ew bi tirimbîlên Nibul û Zehraa bervî parêzgeha Helebê herin.

Her wiha, hin welatiyan gotin: leşkerên li ser çeperan wan îhanet dikin û gefan didin wan.

Tê zanîn, herdû bajarokên şîiî Nibol û Zehraa, ku li ser riya navbera Efrîn û Helebê ne, çar salan ji aliyê artêşa azad ve hatibûn dorpêçkirin, tenê riya Efrînê li pêş wan vekirî bû, lê berî sê mehan, piştî rêjîmê riya Kastêlo kontrol kir, dorpêçkirin ji ser herdû bajarokan rabû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:34 0:00

XS
SM
MD
LG