Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzdiyên Efrînê Cejna Heca Laleşê Pîrozkirin


Bi boneya roja heca Êzdî, komela Êzdiyan li bajarê Efrînê merasîmên olî li navenda komelê çêkirin.

Di pîrozbahiyê de taybetmendiya vê rojê li cem xelkê Êzdî hate şîrove kirin, her wiha stranên olî ji aliyê gurûpa komelê ve hatin pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve seroketiya komelê li ser pêwîstiya parastina mafê Êzdiyan û edetên wan tekez kir.

Li gor kesên beşdar, cejn bi xemgînî derbas bû, ji ber ku hîn keçên Êzdî di destê Daiş de ne.

Tê zanîn, di vê cejnê de jimarek Êzdiyên Efrînê berê xwe didin Laleşê ji bo heca xwe bikin, lê ji ber qutbûna riyan nikarîbûn biçûna, û tenê li komela Êzdiyan lihev civîn û cejna xwe pîrozkirin.

Raporta Emîna Misto
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG