Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gurûpeka Tundrew Li Sûriyê Tevlî Alîgirên el -Qaîde Dibe


Li Sûriyê gurûpeke Tundrew a ku şerê navxweyî dike li dijî yek ji mezintirîn gurûpên serhildêrên opozisyonê, sozdariya xwe ragihand li gel çekdarên girêdayî el-Qaîde li Sûriyê.

Gurûpa tundrew Jund el-Eqsa, bû çend roj in şerê gurûpa bihêz Ehrar el-Şam dike li bakurê Sûriyê, piştî eva dawî ew tawanbar kir bi êrîşkirin û girtina serkirdeyên wê.

Tê zanîn, bidehan gurup alîgiriya ehrar el-Şam dikin di tawanên dijî Jund el-Eqsa de li dor xizmetkariya bo çekdarên Daiş a ku dijberiya hemî gurûpên Sûrî dike, din av de jî Eniya Fetih el-Şam a girêdayî bi el -Qaîde ve

Îro yekşemê, Fetih el-Şam ragihand ku Jund el-Eqsa dê tevlî wê bibe.

Ragihandin, pêşbîne dawiyê li şerê wan yê navxweyî bîne.

Ev gav bû cihê rexneyên hin gurûpên din ku ew wê wek dabeşkirin dibînin û dibêjin dê ev gav sûdê dabîn bike ji bo gurûpeka tundrew.

XS
SM
MD
LG