Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Nakokiyên Pêkhateyan Dibin Bend li Pêş Şerê Rizgarkirina Mûsilê


Di demekê de êrîşa leşkerê ya rizgarkirina bajarê Mûsilê ku çavlirêye nêzîk dest pê bike, berpirsên Amerîka hewil didin nakokiyên navbera hevalbendan di koalisyonê de nehêlin, ji bo rizgarkirina duyem mezintirîn bajarê Îarqê ji bin destê Daiş.

Ev bû çend hefte ne, operasyona pêşbîne destpêbike, li gel huşdariya dezgehên radyo yên koalisyonê û belevokên wê bo xelkê sivîl li wir û diyarkirina rê û dergehên ku dikarin bikar bînin da ji bajêr birevin.

Lê tengijîn û nakokiyên di navbera aliyên hevalbend de, diyare xerabtir dibin, bi taybetî li dor desthiladariya navçeya berfereh a Nînewa piştî rizgarkirina Mûsilê û kî divê tevlî şerê derxistina Daiş bibe.

Serokwezîrê herêma Kurdistana Îraqê Nîçirvan Barzanî îro yekşemê huşdarî da li dor pirsgirêkên siberojê eger rêkeftinek li gel Bexdayê nebe li dor parvekirina desthilatdariyê li Nînewa.

Bazanî di konferanseka abûrî de li Hewlêr got,” Divê em ji bîr nekin ku doza Mûsilê ji leşkerî bêhtir siyasî ye.“

Barzanî diyar kirk u amadekariyê leşkerî lidarin ji bo destpêkirina opereasyonê.

XS
SM
MD
LG