Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Seyda: Ji Civata Kurdî Ez Fêrî Qerf û Rexnegirî Bûm


Karîkator û hunera wê stûna rexnegiriyê ye, di her civat û di her demê de, ji ber ew zîrekî û ciwaniyê bi hev re pêşkêş dike.

Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng hunermend Mihemed Seyda ye, ku tevî dûrbûna wî ji Amûdê, cihê ji dayik bûna wî jî, lê wî hestên wî bajarokî bi xwe re hilgirtiyê û li Siwêda sar li ser pel û kevalan radixîne.

Seyda ne tenî mijûlî karîkator dibe, lê belê ew bi xwe dîzaynerkî zîrek e û li Siwêdê cihê xwe bi şehrezayî digere.

Seyda li Sûriye û Kurdistanê, beşdarî bi dehan ji pêşengehan bû, û herwisa jî li Ewrupa çalakiyên xwe berdewam dike.

Dibêje:" Dektator ji karîkator ditirse, ji ber ew dikare wî rût bike."

Seyda mîna dehan ji hunermendên kurd li cîhanê, rexna li civata kurdî dike û bi taybetî qata siyasî, ku rêzê li hunerê nakin û derfeta li ber hunera kurdî venakin.

Hîna Seyda di wê baweriyê de ye, rojên tên wê xweştir bin, û huner bê sînor e û dikare gelek guhertinê di jiyana mirovan de bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:38 0:00

XS
SM
MD
LG