Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Birîndarbûna Du Endamên Hêzên Xwe Yên Taybet li Îraqê Piştrast Dike


Gotebêjê hikûmeta Fransî roja çarşemê da xuyakirin ku 2 endamên wan yên hêzên taybet li îraqê di êrîşeka dewleta Îslamê (DAIŞ) de brîndar bûne, ya bi riya balifirek bê firokevan li bakurê Îraqê encam dayî.

Di heman êrîşê de herweha 2 endamên hêzên Pêşmergên herêma Kurdistan di vê mehê de hatine kuştin.

Ev yek ji aliyê gotebêjê hikûmeta Fransî Stephane Le Foll ve hatiye tekezkirin dema di press konferansek asayî de axiftî.

Herweha Jebar Yawir emîndarî giştî yê wezareta Pêşmergan jibo ajansa Reuters afitiye û got firokek bê firokevan tê texmînkirin ku ya DAIŞê be di vê mehê de li bakurê bajarê Musil di êrîşejkê de du pêşmerge kuştin e û du hêzên taybet yên Fransî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG