Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Îsal ta Niha 213 Hezar Penaxwaz Wergirtine


Thomas de Maiziere
Thomas de Maiziere

Wezîrê navxweyî yê Almanya dibêje derdora 213 hezar penaxwaz îsal gihîştine Almanya, û ev jî jimareke pir kêmtire ji ya sala borî ku 890 hezar bû.

Wezîr Thomas de Maiziere îro çarşemê got jimara kesên nû gihîştî hîn ber bi kêmbûnê de ye lê dîsa jimareke girînge.

Wî got jimara 213 hezar a neh mehên pêşî yên îsal ew jimara kesên hatî tomarkirin û derbaskirin e.

Wezareta navxweyî got 272,185 kes di navbera meha yekê û nehan de di sîstema kompiyûter de wek penaxwaz tomarkirî ne.

Lê Sîstem her penaberekî bi nav tomar nake û jimara wan mezin bû ji ber ku hinek bêhtirî careke dihatin tomarkirin.

Jimara sala borî ya tomarkiriyan di destpêkê de, milyonek û sed hezar kes bû, piştre daket 890 hezarî.

XS
SM
MD
LG