Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Êrîşa Dijî Gemiyên Amerîka li Derya Sor Gotûbêj Dike


Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagon got ew bersiveka leşkerî gotûbêj dike li beramber êrîşeka moşekan a têkçûyî li dijî gemiyên Amerîka li derya sor, û huşdarî da ku serildêrên Hosî li Yemenê berpirs in li dor avêtina moşekan.

Berpirs dibêjin herdû mûşekên ku di yek demjimêrê de roja yekşemê hatin avêtin, negihîştin armancên xwe û bê ziyan li nav avê ketin.

Peyvdarekî Pentagon doh sêşemê gote peyamnêran moşek ji navçeyên bin destê Hosiyan li Yemenê, hatin avêtin. Hosiyên ku dixwazin hikûmeta serok Abdu Rabu Mansour Hadi birûxînin.

Tê zanîn, leşkerên Amerîka agahdariyan û alîkariyên logistîk dabîn dikin ji bo firokên şer ên koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî lku demekê berê îsal dest biarmanckirina bingehên Hosiyan kir li Yemenê.

XS
SM
MD
LG