Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Bang li Balyozê Tirk li Bexda Dike, Protestoyeke Xurt Dide Enqerê

Turkish President Recep Tayyip Erdogan speaks during a meeting on Islam in Eurasia in Istanbul, Oct. 11, 2016. Erdogan says his country is determined to take part in a possible operation to recapture the Iraqi city of Mosul despite objections from Baghdad

Wezareta Derve ya Îraqê, di gaveke protestokirinê de, îro Pêncşemê gazî li balyozê Tirk kir ku hebûna leşkerên Tirk ya bêdestûr şermezar bike.

Berdevkê wezareta derve Ahmad Jamal ji AFP re got ku li ser hebûna leşkerên Tirk li Başîqa û daxuyanîyên tund yên wî welatî, protestoyeke xurt ji balyozê tirk re hate dayîn.

Hêzên Tirk li bingeheke dora Başîqa ya nêzîkî Mûsilê hatine cîh kirin û tevî nerazîbûna Îraqîyan serkomar û serokwezîrê Tirkîyê ragihandibû ku hêzên wna li herêmê bimînin.

Serokomarê Tirk Erdogan ji Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî re gotibû ku “hedê xwe bizane û ew ne di asta Erdogan de ye.”

Wezareta Derve ya Amerîka berî du rojan bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku divê hemê hêzên navnetewî bi destûra Îraqê li wî welatî bin û di têkbirina DAIŞê kordînasyon gelek pêdeivî ye.

XS
SM
MD
LG