Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Lavrov ji bo Sûriyê li Siwîsra Komdibin


Dîplomatên mezinên Amarîka û Rûsya îro li Siwîsra komdibin di çarçoweya hewildanên vejandina piroseya aştiyê li dor Sûriyê.

Kombûna wezîrê derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsî Sergei Lavrov îro li bajarê Lozanê dê ji bo bidawîanîna şer be li Bajarê Helebê ku ji aliyê Rûsya û Sûriya ve tê bumbekirin.

Lavrov doh înê got wî çi pêşbîniyên taybet nînin li dor gera dawî ya axaftinan.

Rêxistinên xêrxwazî yên navnetewî yên mezin, îro şemiyê banga agirbesteka 72 demjimêran kirin li taxên rojhilata bajarê Helebê, da kesên birîndar û nexweş karibin derkevin û her wiha xwarin û alîkariyên tenduristî bigihin navçeyên dorpêçkirî.

Tê zanên bisedhezaran sivîl hatine dorpêçkirin li Helebê ku hatiye dabeşkirin di navbera hêzên hikûmetê, li aliyê rojava, û serhildêran de li aliyê rojhilat.

Amerîka û hevalbendên wê, Rûsya û hevalbendên wê yên Sûrî bi gunehkariyên şer tawanbar dikin li dor bumbekirina nexweşxaneyan û karwanên alîkariyên Neteweyên Yekgirtî. Hikûmeta Sûrî û Rûsya jî dibêjin ew şerê terorîstan dikin.

XS
SM
MD
LG