Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkî 200 Welat Erê Dikin li Dor Agirbesteka Keş û Hewayê


Di gaveke mezin a şerê dijî guhertina keşûhewayê de, nêzîkî 200 welat gihîştin agirbesteka dîrokî li dor kêmkirinra gazên tên bikaranîna di frîzer û airkondîşin de û dibin sedema guhertina keşûhewayê.

Agirbest îro şemiyê hate ragihandin di kombûna keşûhewayê de li bajarê Kigali li Rwanda.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ev gav wek gaveke mezin û berbiçav binavkir di navbera 197 welat û hikûmetan de.

Gazên Haydroflorokarbon ên çêkirî ku bi navê HFC tên nasîn, bidehsalan berê hatin çûkirin wek alternatîv ên madeyên kîmawî. ku ziyanê digihînin Ozonê lê ew jî dibin sedema germbûna cîhanê.

Metirsiya van gazan bilind bû, piştî bilindbûna jimara bikaranîna frîzer û airkondêşinan li welatên wek Çîn û Hindistanê.

Rêkeftin, welatan dabeş dike bo sê gurûpan, li gor dema destpêkirina kêmkirina gazên HFC. Amerîka û piraniya welatên Ewrupî pêgiriya xwe derbirîn li dor kêmkirina gav bi gav a van gazan. Ew dê berî sala 2019an 10 ji sedî kêm bikin û berî sala 2036an 85 ji sedî.

Gurûpa welatên geşbûyî, dê bikaranîna gazan berî 2024an an 2028 rawestîn, û piştre wan kêm bikin.

Hin welatên maldar, her niha dest bi kêmkirina gazên HFC kirine.

XS
SM
MD
LG