Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Diçe Londonê ji bo Kombûneka li Dor Sûriyê


Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro yekşemê li Londonê kom dibe li gel hevanbendên Waşinton ên Ewrupî ji bo guftûgokirina rewşa Sûriyê û rawestana şer li wir.

Kerry doh di derbarê kombûna xwe ya li Swîsra de, li gel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov û dîplomatên gelek welatên rojhilata navîn, got kombûnê gelek bîroke encam dan ku pêwîste bi lez bêne şopandin.

Axaftinên doh ên Lozanê destpêkirin piştî kêmtirî du hefteyan ji rawestana axaftinan di navbera Waşinton û Mosko de li dor Sûriyê û agirbesta bajarê Helebê.

Tê zanîn, Amerîka û hevalbendên wê hikûmeta serokê Sûriyê Beşar Esed û hevalbenda wî Rûsya tawanbar dikin bi helmeta bumbekirina rojhilata Helebê.

Çavdêr dibêjin êrîşên Rûsya û Sûriya li Helebê bisedan sivîl kuştin û alîkariyên mirovahî ji ser bêhtirî 250 hezar kes qut kirin.

Li bakurê Sûriyê hêzên opozisyonê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Tirkiyê, îro yekşemê, bajarokê Dabiq ji bin destê Daiş rizgar kirin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh şemiyê soz da ku navçeyeke bê teror û aram bi berferehiya 5,000 km çargoşe ragihîne li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG