Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke Xwekujî Li Tirkiyê Sê Kesan Dikuje


Ajansa nûçeyan a Tirkiyê Anadol got hin êrîşkerên xwekuj îro yekşemê xwe peqandin di dema operasyoneke polîs de li dijî çekdarên Daiş li nêzîkî sînorê Sûriyê, û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 8 birîndar bûn.

Parêzgarê Gaziantabê Ali Yerlikaya, ji ajansê re got hin agahî gihîştin polîs ku gurûpeke çekdarên Daiş xwe di malekê de veşartine li navçeya Şahînbey, polîs dest bi operasyona girtina wan kir, û piştî çekdaran nas kir ew nikarin birevin, wan xwe peqand.

Jimara çekdaran ne diyar bû.

Parêzgar gote Anadol:

”Mixabin, 3 endamên polîs şehîd bûn û 8 kes, di nav de 4 welatiyên Sûrî, birîndar bûn.“

Ajansê got yek ji polîsên birîndar di rewşeke tenduristî ya ne baş de bû.

Parêzgar got ji polîs re hatibû gotin renge çekdar pilan dikin êrîşekê pêkbînin li dijî komeleya rewşenbîrî ya Elewî li bajêr.

XS
SM
MD
LG