Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Belevokan li dor Amadekariyên Rizgarkirinê Bi ser Mûsilê de Berdide


Artêşa Îraqê, berbanga îro yekşemê bi deh hezaran belevok bi ser bajarê Mûsilê de berdan ji bo huşdarkirina xelkê bajêr li dor operasyona rizgarkirinê ku di gavên xwe yên dawî de ye, li gor daxuyaniyeka leşkerî li Bexdayê.

Belevokan gelek name hebûn, yek ji wan ew bû piştrastkirina xelkê ku artêş û êrîşên esmanî dê xelkê sivîl nekin armanc û nameyeka din ji wan xwes, ji navend û cihên Daiş dûrkevin.

Êrîşa li ser Mûsilê, bajarê dawî yê hîn di bin destê Daiş de, renge vê mehê destpê bike, li gor berpirsên leşkerî û hikûmeta Îraqê.

Pêşbîne, çekdarên Daiş bi giranî şer bikin û ziyanê bigihînin xelkê sivîl di berevaniya bajêr de.

Belevokan huşdarî da xelkê ku di hindir malên xwe de bimînin û guh nedin propaganda Daiş a tirsê.

Neteweyên Yekgirtî hefteya borî got ew xwe amade dike ji bo mezintirîn hewilên alîkariyên mirovahî yên şerê bajêr, ku pêşbîne bêhtirî milyonek kes bê şûn û war bibe.

XS
SM
MD
LG