Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Angela Merkel Herêmeka Parastî ji bo Êzdiyan Dide Ber Çavan


mahmut ezidi 5

Rawêjkara Almanî doh şemiyê got ji bo pêkhateya Êzdî divê hin pilan hebin li dor navçeyên parastî li bakurê Îraqê.

Merkel li konferansa baska parêzyar a gencan got:

“Pilan hîn bi dawî nehatine, ez bi rastî bejim, lê ew di ecindayê de ne. “

Tê zanîn, meha hizêranê vekolerên Neteweyên Yekgirtî gotin Daiş Cînosayd li dijî Êzîdiyên Sûriyê û Îraqê kirin ji bo têkbirina civaka 400 hezar Êzdî bi riya kuştin, koletiya regezî û gunehkariyên din.

Merkel got pêwîst bû em mijûl bin li dor hin riyên dabînkirina cihekî aram ji bo Êzdiyan ku ew karibin vegerin piştî têkbirina Daiş.

Wê got pêwîst bû em li dor vê yekê biaxivin li gel Êzdiyan û hêzên Pêşmerge yên Kurdî li bakurê Îraqê.

Serkirdeyên civaka Êzdî daxwaza parastineke navnetewî dikin ji bo birêvebiriyeke serbixwe li bakurê Îraqê wek parek ji dewleta Îraqê.

XS
SM
MD
LG