Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Daxwaza Cudakirina Opozisyona Nermerê ji Gurûpên Terorîst Dike li Sûriyê


Rûsya îro reşnivîsa daxuyaniyekê ji bo civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî pêşkêş kir û bang li welatên xwedî desthilat li Sûriyê kir ku hewlên bêhtir bikin ji bo cudakirina hêzên opozisyona nermerê ji gurûpên terorîst li bajarê Helebê.


Balyozê Rûsî li Neteweyên Yekgirtî Vitaly Churkin got daxuyanî her wiha bang li hemî aliyan dike ku nehêlin çek û alîkariyên darayî bigihin nav destê gurûpên ku ji aliyê civata ewlekariyê ve wek terorîst tên nasîn.


Churkin got Rûsya û Sûriyê êrîşên esmanî li rojhilata Helebê rawestandin wek amadekarî ji bo 8 demjimêrên mirovahî ragirtina şer roja pêncşemê.
Wî got:
" I bawerim, hewildana me ya niha ew bêhtirî 8 demjimêrên rawestana şer e, ew riyeke ji bo dîtina bingeheke baştir ji bo xelkê rojhilata Helebê."

XS
SM
MD
LG