Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pêşmerge Serkeftinan di Şerê Rizgarkirina Mûsilê de Qezenc Dikin


Hêzên Pêşmerge yên herêma Kurdistana Îraqê dibêjin wan derdora 12 gundan rizgarkirin di operasyona rizgarkirina dûyem mezintirîn bajarê Îraqî Mûsil ji çekdarên Daiş.
Operasyona ku bû demeke amadekarî jê re dibin, berdewane bi piştgiriya êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka, û tevlêbûna hêzên êlên Sunnî û mîlîtanên şîiî. Şer niha li gundewarên bajêr dibe û pêşketin li ser hersê eniyên şer ciyawazin.
Serokê Amerîka Barak Obama, di azaftina xwe ya sêşemê de li Waşinton got dê şerê Mûsilê dijwar be, lê baweriya xwe bi têkbirina Daiş li wir derbirî.

Li aliyê rojhilata Mûsil, hêzên Pêşmerge pêşketin zû qezenc kirin, lê li başûr hêzên îraqî bi awakî giran pêşdikevin ji ber hebûna rûberên berfereh li pêş wan.
Hêzên Îraqê û Pêşmergeyan roja sêşemê derbasî bajarokê El Hemedaniye bûn, ku berî dorpêçkirina Daiş jê re di sala 2014an de, ew mezintirîn bajarokê mesîhiyan bû li deşta Neynewa, li gel 40 hezar rûnişvanên ku du salan berê hemî mesîhî jê reviyan.

XS
SM
MD
LG