Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Rûsia Amade ye Êrîşên Asmanî bo Demeka dirêj li Helebê Ragire


Serokê Rûsia Vladimir Putin hivî liser ragirtîna êrîşên asmanî biser Helebê diyar kirin û eve piştî hevditînan digel rêberên fransa û Elmanîye ewên kirdarên Moscow dij bi helebê şermezar kirin.

Rûsia soz li roja pîncşemê bo ragirtîna êrîşên asmani yên bi merema piştevanîya êrîşên leşkerê hikumeta Sûrîye dabûn, herwesa, bo gehandina alikarîyên mirovanî û peydakirina kilêdorekê bo vekêşana çekdarên oposizyonê ji Helebê bo dema Heşt demijmêra.

Putin piştî kombûna digel şiretvana Almania Angela Merkel û serokî Fransa Francois Hollanand got “Min bo wan niyeta xwe diyar kir liser dewam kirina pêdaçûna liser rewşa Sûriye û rawestana êrîşên asmanî<<.“

Serokê Fransa dibêje, ez naxwazim xwe lişîna Putin bibînim lê ya ez têgehiştim ew wê demeka zêdertir ji 8 demjmêran rabigehine.

Merkel û Holland bitûndi rexne li Rûsia û hikumet Surîye girtin liser armanc kirina Halebê.

XS
SM
MD
LG