Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Taybet ên Îraqî Tevlî Şerê Mûsilê Dibin û Amerîkiyek Jiyana xwe ji Dest Dide


Di gaveke girîng a gurkirina şerê rizgarkirina Mûsilê de, îro hêzên taybet ên Îraqî tevlî şer bûn bi êrîşekê li ser bajarokekî bin destê Daiş li rojhilata Mûsilê.
Leşkerên Amerîkî jî, îro mirina yekem serbazekî xwe ragihandin ji dema destpêkirina operasyonê ve.


Berpirsên Amerîkî gotin ew di encama teqîna bumbeyekede li ser rê li bakurê Mûsilê birîndar ket û bi birînên xwe mir.
Bêhtirî 100 şarezayên hêzên taybet ên Amerîkî di nav yekîneyên Îraqê ne di vî şerî de û bi sedan jî roleke piştgiriyê dilîzin di amadekariyên bingehîn de.


Amerîkiyê jiyana xwe dest dayî, li gel hêzê Pêşmerge kar dikir wek şarezayekî jikarxistina bumbe û teqemeniyên mayî, li gor berpirsên Amerîkî yên ku nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata ragihandina agahiyan nebûn.

XS
SM
MD
LG