Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje ew Dê Encamên Hilbijartinan Bipejirîne Eger Ew Biserkeve


Kandîdê komarî yê hilbijartinên serokatiya Amerîka Donald Trump, îro got ew dê encamên hilbijartinên serokatiyê yên 8ê meha bê bipejirîne eger ew biserkeve.
Redkirina wî ya pêgiriya bi pejirandina encamên hilbijartinan ew nîşaneke berz bû di gotûbêj(Debate) a wî li gel rikbera wî ya demukrat Hillary Clinton êvara roja çarşemê.
Vê yekê xemên komaritan gur kirin li dor kontrolkirina partiyê bo kongirêsê.
Trump li wîlayeta Ohio got:
"Ez soz didim dengdar û piştgirên xwe û hemî xelkê Amerîkî ku ez dê bi temamî encamên van hilbijartinên dîrokî bipejirînim eger ez biserkevim."
Serokê Amerîka Barack Obama di axaftineke xwe de li wîlayeta Florîda got:
"Ev tiştekî metirsîdare. Dema tu gumanê di mejiyê xelkê de biçîne li dor rewatiya hilbijartinan, tu demukrasiya me têk dibe."

XS
SM
MD
LG