Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî Hikûmeta Sûrî Bi Êrîşên Kîmawî Tawanbar Dikin


Neteweyên Yekgirtî û berpirsên rêxistina nehîştina çekên kîmawî dibêjin hikûmeta Sûrî berpirse li dor êrîşeke sêyem a kîmawî li parêzgeha Idlibê.

Raporta çarem a rêxistinê di 13 mehên vekolînan de, ku derengî roja înê hate şandin bo civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî, diyar dike ku “Belgeyên girîng ” hene ku piştrast dikin rola hikûmetê di êrîşa roja 16 meha Adara 2015an li ser Qemînas li Idlibê.

Raport hikûmeta Beşar Esed tawanbar dike li dor bikaranîna gelek bermîlên bumbekirî, ku gaza kilorîn tê de bû,û ji aliyê firokên holîkopter yên leşkerî hatin berdan.

Tê zanîn, li Sûriyê herdû aliyî şer, hikûmeta û serhildêran hevdû tawabar dikin bi êrîşên kîmawî.

Ji bilî Qemînas, şareza hikûmetê tawanbar dikin bi du êrîşên din kilorînê, yek li Talmenas di vîsana 2014an de cû ya din li Sermîn dia dara 2015an de.

Di êrîşa sala 2014an de li Kefer Zîta, li partêzgeha Hema yê, şarezayan nikaribûn piştrast bikin kîne berpirs, ji ber ku parçeyên bermîlên bumbekirî yekser ji cihê wan hatibûn rakirin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka, Birêtanya, û Firensa handeriya civata ewlekariya NY dikin jib o sepandina cezayan li ser hikûmeta Sûrî jib o bikaranîna çekên lîmawî, lê Rûsya û Çînê erê nakin û renge ew vîto bikarbînin li dijî her biryarekê div ê dferbarê de.

XS
SM
MD
LG