Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Internetê Li Amerîka û Beşên Ewrupa Belav Dibe


Piştî 11 demjimêran li ser êrîşa internbetê ya doh înê li Amerîka, kompaniya Internêt Dyn got kêşe hatibû çareserkirin.

Êrîşê li Amerîka destpêkir, piştre li hin welatên rojavaya Ewrupa belavbû, û bû sedema qutbûna Internetê ku bandor da ser gelek malperên mezin, wek tora medya civakî Twitter, ya veguhestina pereyan Paypal, a mozîkê Spotify, û malpera guftûgoyê Reddit.

Kompaniya Dyn, ku bingeh li wîlayeta New Hampshire û beşên bingehîn ên internet birêve dibe, got êrîşê doh demjimêr 11 bi dema Amerîka destpêkir.

Dyn ku riya hatin û çûna agahiyan kontrol dike bi riya Sîstema DNS, got wê êrîşa yekem çareserkir lê doh êvarî demjimêr 5 piştî nîvro rastî êrîşeke din hat. Ew jî hate ragihandin ku çareser bû demjimêr 10 êvarî.

Wezareta ewlekariya navxweyî ya Amerîka got ew vekolînan dikin li dor hemî sedemên qutbûna Internet.

Êrîşa ku bi navê DDOS tê nasîn, ew rûdide dema kesên êrîşker jimareke gelek mezin a agahiyan di çirkeyekê de ji serverê Internet daxwaza dikin, ta radeya ku server nikare wan daxwazan hemî hilgire û ew radiweste.

XS
SM
MD
LG