Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka Serdana Îraqê Dike


Di demekê de ku hêzên Îraqê ber bi Mûsilê ve pêş dikevin, piştî êrîşa Daiş li Mûsilê, wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter bo serdanekê gihîşte Bexdayê ji bo kombûna li gel komandarên Îraqî û guftûgokirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji bin destê Daişê.

Artêşa Îraqê got hêza 9an derbasî nav bajarokê Hemedaniye bû ku her wiha bi navê Qaraqosh û Bakhdida tê nasîn, û ala Îraqê li ser avahiya hikûmetê ya navendî hildan, lê diyare ew hîn rastî berxwedana Daiş dibin li nav bajarok û derdorê.

Du efserên hêza 9an kontrolkirina avahiya hikûmetê û hildana ala Îraqê li wir piştrastkirin. wan nexwestin navê xwe diyar kin ji ber ku wan desthilata ragihandina agahiyan nebûn.

Bajarokê Hemedaniye ku derdora 20 km dûrî Mûsilê ye, diyare valaye ji xelkê û Daiş renge bi berferehî ew û dedorên nêzîkî Mûsilê bumbe kiribin.

XS
SM
MD
LG