Koalisyona serhildêrên Sûrî li bakurê Sûriyê huşdariyê dide xelkê sivîl li bajarê Helebê ku ji cihên bin destê hikûmetê dûrkevin berî êrîşeka pêşbîn a wan li ser bajêr.
Daxuyaniya komandariya serhildêran li Helebê îro yekşemê hate belavkirin di demekê de ku pevçûn careke din gur bûn di navbera serhildêran û hêzên alîgirên hikûmetê de li wir.
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye rûdana şer û êrîşên esmanî ragihandin li taxên başûr û rojhilata bajêr, piştî agirbesta demkî bo vekirina rê ji serhildêran re ku ji aliyê rojhilat derkevin.
Peyvdarekî gurûpa serhildêr a Nûrredîn al-Zenkî piştrast kir ku ew dê xelkê sivîl nekin armanc, lê huşdariya ziyanê da di êrîşkirina pêşbîn a şikandina dorpêçkirina hikûmetê ya aliyê rojhilata bajêr ku di bin destê serhildêran de ye.