Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binali Yildrim Dibêje AKP Pêşniyara li dor Sîstema Serokatiyê bi Dawî Anî


Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim îro yekşemê got partiya dad û geşepêdanê AKP ya desthilatdar pêşniyara xwe ya guhertina destûrê bidawî anî li dor sîstema serokatiyê, û ew niha amadeye ji bo pêşkêşkirina bo parlemanê.

Yildirim di axaftina bidawîanîna konferansa AKPê de got:

“Me karê ji bo destûra nû bidawî anî û em dê niha pêşniyara xwe di nêzîktirîn dem de bibin parlemanê û ji biryara parlemanê re bihêlin. “

Tê zanîn, Serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, ku damezrênerê AKPê ye, ev bû demeke dirêje hewla desthilateke berferehtir dike ji bo serokatiyê, lê rexnegirên vê yekê ditirsin ku ew dê bi vê guhertinê desthilateke bihêz têxe bin destê xwe.

XS
SM
MD
LG