Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerekî Giran li Bajarê Helebê û Bakurê Sûriyê Dibe


Pevçûnên giran dawiya vê heftê li bajarê dorpêçkirî Helebê diqewimin, piştî çend demjimêran ji agirbesta sê rojan ku Rûsiya û hikûmeta Sûriyê êrîşên esmanî birin ser aliyê rojhilata bajêr û serhildêran navçeyên rojava ji xwe re kirin armanc.

Ev şerê giran dibe di demekê de bala civaka navnetewî li ser operasyona rizgarkirina bajarê Îraqî Mûsilê ye.

Şer ne tenê li nava bajêr dibe, belê li bakurê Helebê jî, serhildêrên opozisyonê bi piştgiriya Tirkiyê, hinek ji wan her wiha piştgiriya Amerîka werdigrin, êrîşî bajarokê Til Rifet kirin ji bo derxistina wî ji bin destê şervanên Kurd ku ew jî hevalbendên welatên rojava ne.

Hêzên Sûriya Demukrat ku Kurd serkirdayetiya wan dikin dibêjin wan bajarokê Til Rifet û gundên derdorê kontrol kirine da nehêlin ew têkeve bin destê hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyê.

Lê şervanên Kurd, Ereb ji wir derxistin û vegera wan red dikin, li gor hin penaberên Til Rifet ku Dengê Amerîka meha borî hevpeyvîn li gel wan kiribûn, li kampeka penaberan li başûrê Tirkiyê.

Dorpêçkirina bajarokê Til Rifet ji aliyê Kurdan ve bû cihê tengijiya serhildêran, wan Kurd bi îxanetê tawanbar kirin û soza tolvedan û vgereandina bajarok kirin.

Til Rifet ji aliyê dîrokî ve bajarokekî Ereb e.

XS
SM
MD
LG