Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Hevşaredarên Bajarê Diyarbekir Digre


Hevserokên Amed (Diyarbekir)ê Firat Anli û Gultan Kişanak

Desthilatdarê Tirkiyê îro herdû hevşaredarên mezintrîn bajarê Kurdan li basûrê rojhilata welêt girtin bi tawana alîkariya çekdaran.

Girtina wan tê di çarçoweya helmeta hikûmetê pistî bêhtirî saleke ji tundûtijiyê li navçeyê.

Desthilatdaran, Gultan Kisanak, endama berê ya Parlemanê berî ku bête hilbijartin wek şaredar li Diyarbekirê, û hevşaredarê wê Firat Anli, birin girtîgehê ji bo vekolîna girêdana bi terorîzmê, li gor daxuyaniya dozgerekî navxweyî.

Serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dibêje dûrxistina ji kar a berpirs û kesên hilbijartî ku hatine tawanbarkirina bi girêdana li gel Partiya Karkerên Kurdistan PKK, ew pareka sereke ye ji serê dijî gurûpa çekdar.

Daxuyaniya dozgerê Diyarbekir got herdû hevşaredar tawanbarin bi piştgiriya PKK di axaftinên xwe de li dor otonomiyeka berferh ji bo Kurdan.

Ew her wiha tawanbarin bi karanîna erebeyên şaredariyê ji bo veguhestina termên kustiyên çekdaran û gurkirina xwepêşandanên tundûtijiyê, dîsa li gor daxuyaniyê.

Çavkaniyeka ewlekariyê got desthilatdaran, her wiha nivîsîngehên şaredaran vekolandin.

Alîkarekî Kisanak got mala Kisanak her wiha hate vekolandin ji aliyê polîs ve, lê nikarîbû agahiyên berfereh dabîn bike.

XS
SM
MD
LG