Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew Ragirtina Êrîşên Esmanî li Sûriyê Dirêj Dike


Igor Konashenkov
Igor Konashenkov

Îro Rûsya got ew dê ragirtina Erîşên esmanî li bajarê Helebê bo roja nehan dirêj bike, lê çavdêr û berpirsên berevaniya sivîl gotin erîş di van rojên dawî de hatin pêkanîn li navçeyên bin destê serhildêran de.

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsî General Igor Konashenkov, got ne tenê firokên wan û yên Sûrî bumbebaran nekirine, belê ew ji roja sêşema borî ve nêzîkî wir nebûne.

Rudskoi, ku berpirsekî wezareta berevaniya Rûsya ye, ji aliyê xwe ve got firok 10km dûrî bajarê Helebê dimînin.

Lê çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got piştî kêmbûna pevçûnan roja şemiyê êrîşên esmanî li eniyên sereke yên şer bûn.

Ew dibêje çi qurbanî di nav sivîlan de nebûn.

Ibrahim Abu al-Laith, ku berpirsekî berevaniya sivîl e li rojhilata Helebê, got hefteya borî êrîşên esmanî li ser eniyên pêşîn ên şer li rojhilata bajêr hatin kirin.

Wezareta derve ya Amerîka hunderiya Rûsya kir ku ragihandina ragirtina êrîşan bikar bîne ji bo gihîştina alîkariyên mirovahî ji bo xelkê dorpêbûyî.

XS
SM
MD
LG