Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Birêtanya li Hember Rûsya Firokan Dişînin Rojhilata Ewrupa


Birêtanya got ew dê sala bê firokên şer bişîne Romanya, û Amerîka soz da hêz, tank û topan bişîne Polenda, di mezintirîn berhevkirina leşkerî ya NATO de li ser sînorê Rûsya ji dema şerê sar ve.

Almanya, Keneda û hevalbendên din ên NATO, her wiha soza hêzan dan di kombûna wezîrên berevaniyê de li Biroksilê, di heman rojê de ku du firokên şer ên Rûsî li gel mûşekên kurûz derbasî derya Baltik bûn di navbera Siwêd û Danîmarkê de, û bûn cihê tengijiyan.

Li Medrîda paytexta Spanya, wezareta derve got Rûsya daxwaza xwe kişand li dor dubare dagirtina fiyûlê bo sê firokên şer, piştî hevalbendên NATO gotin renge ew bikar bên ji bo armanckirina sivîlan li Sûriyê.

Sekretêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg got beşdarbûna di hêzeke nû ya xurt de ji 4 hezar kes li Baltîk û rojhilata Ewrupa, ew pîvaneka bersivdanê bû li beramber hêzên Rûsî yên li aliyê rojavayê Rûsya, nêzîkî Mosko, ku hevalbend bawerim jimara wan 330 hezar kes e.

Wî got:

" Vê mehê tenê, Rûsya moşekên Iskander ên li gel şiyanên navokî li Kaliningradê belav kirin, û rêkeftina plotonyoma pileya çekan li gel Amerîka ragirt."

Stoltenberg, her wiha Rûsya tawanbar kir bi piştgiriya berdewam a serhildêran li Okranya.

XS
SM
MD
LG