Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stephon O'Brien: Bajarê Helebê Herêmeka Kuştinê ye


Berpirsê karûbarên mirovahî yê Neteweyên Yekgirtî Stephon O' Brien got bajarê Sûrî Heleb bûye "herêmeka kuştinê" li gel bêhtirî 400 kuştî û nêzîkî 2 hezar birîndar, meha borî tenê.
Wî got gelek ji wan zarok bûn.
O’Brien di raporta xwe ya mehane de, li dor şiyanên rêxistinê yên gihandina alîkariyên mirovahî bo xelkê sivîl, li civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî got:

“Tiştê herî kêm, ez banga endamên civatê dikim, yên di operasyonên leşkerî de beşdarin li Sûriyê, ku gavin rijdî bavên ji bo rawestana bumbebarankirina navçeyên sivîl."

Wî tawanbariyên sekretêrê giştî û komisyonerê bilind ê mafê mirov yên Neteweyên Yekgirtî dubare kirin ku hikûmeta Sûrî û Rûsya berpirsin li dor helmeta bumbebarankirina giran û berdewam li Sûriyê ji dema destpêkirina şer, nêzîkî şeş salan berê.
Hefteya borî, Sûriyê û Rûsya dest bi ragirtineke yekalî ya bumbekirina rojhilata Helebê kirin ji bo derxistina kesên nexweş û birîndar, û her wiha gihandina alîkariyên mirovahî, ku ev bû çar meh in negihîştine wan.
Ragirtin bo 8 rojan hate dirêjkirin, lê ji ber nebûna çi gerantiyan ji hemî aliyên şer ve, tîmên mirovahî nikaribûn bi erka xwe rabin.

XS
SM
MD
LG