Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje, Divê Sûrîye Lêkolinê Derbarî Êrîşên Gazê Bike


Rûsia ragehand, Divê Sûrîye likolinê liser gonehbar kirnan bike ko dibêjîn hêzên hikumetê êrîşên bi gaza Klorê û çekdarên Dewleta Îslamî Gaza Masterd bika ani ye, da hivîyên welatên rojava bo sepandina cizayan biser perpîrsên van êrîşan lawaz bike.

15 welatên endamên civata ewlehkarîya Netewên Yekgirtî li komboneka taybet danûstand liser encamên likolînên Netweên Yekgirtî û rêkxistîna qedexe kirina çekê Kîmyawî ko hikumeta Sûrîye bi Sî êrîşên gaza bi jehir gonehbar dike.

Fransa û Engilistan û Amerîka hivî dikin Rûsia qayil bibe bo dirêjekirina destûrdana likolinê bi 12 mehên din.

Balyozê Rûsia li Netewên Yekgirtî Vitaly Churkin got, encamên likolina nasyar binavê JIM ne vebire û her biryarek bête dan hêza xwe ya qanûnî niye. Herwesa got, dive hikumeta Sûrîye likolineka berfireh derbarî bikar anina çekî Kimyamwî pêkbine ewa reporta JIM piştraskirî û da zanin ko Rûsia hişta pêdaçûnan biser raporta dawîyê dike.

Amerîka bernivîsa biryarekî gehande civata ewlehkarîyê da destûra dewam kirina likolinê dirêj bike.

Civata ewlehkarîya NY dibe deng liser bernivîsê li roja Dûşemê bide.

XS
SM
MD
LG