Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Pevçûnên Giran de Rêjîma Sûriyê Êrîşên Esmanî Dibe Ser Helebê


Hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgiriya êrîşên esmanî, îro şemiyê êrîşek li bajarê Helebê pêk anîn, wek hewildan ji bo vegerandina navçeyên ku doh serhildêran kontrol kirin li aliyê bakurê bajêr, li gor medya dewletê û çalakvanan.

Serhildêran doh karibûn pareka mezin ji taxa Esed li aliyê rojava dorpêç bikin, cihê ku îro şer lê giran bûye, li gor artêşa Sûriyê û çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye.

Çavdêriyê got ev êrîşa nû ji aliyê hêzên Sûrî û hevalbendên wan ve bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî û Sûrî berdewambûn.

Wê got piraniya şer û êrîşên esmanî li aliyê rojava û başûrê Helebê dibin.

Komandariya artêşa Sûrî got hêzên wan û yên hevalbendên wan top û rokêtan davên şûnên serhildêran, û got ''hemî cûreyên çekan'' bikara tên di şerê Taxa Esed de.

Medya dewleta Sûriyê got serhildêran îro şemiyê taxên rojavayê bajêr topbaran kirin û bi kêmanî şeş kes, di nav wan de keçeka gênc, birîndar kirin.

Topbarana serhildêran bo Helebê doh înê 15 kes kuştin û bêhtirî 100 birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG