Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurdistanî  Desteserkirina Hevşaredarên DBP’ê Dinirxînin


Mesût Tek û Mustafa Ozçelîk

Bi biryara di hukmê qanûnê de 25 şaredariyên Partîya Demokrat a Herêman (DBP) ji wan hatin stendin û qeyûm hatin tayînkirin.

Bi desteserkirina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Partîya Demokrat a Gelan(HDP) û Partîya Demokrat a Herêman(DBP)li hemû deverên Tirkîyê biryara çalakîyên berdewamî dan.

Serkreterê giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Mesût Tek û Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK ) Mustafa Ozçelîk di derbar desteserkirina Hevserokên şaredarîya bajarên Amedê de axivîn

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de got:

“siyaseta devleta Tirk şiddetê û neçareserîyê kûrtir dike û bi vê helwestê ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê em vê tiştê bibînin tayînkirina qayyûman li ser şaredarîyên Kurd, ji kar avêtina mamosteyan bernameyên dewleta Tirk in û xeletin.”

Serkreterê giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Mesût Tek jî got:

“Tayînkirina qayyûmên şarêdarên Kurd binpêkirina îradeya gelê Kurd e. AKP bi biryarnameya di hikmê Qnûnê de pêşîya sîyaseta Kurdîstanê ya legal digre. Em dibêjin ji bilî siyaseta legal ti rê li ber me tuneye. Dewleta Tirk bi tanq û topan nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00

XS
SM
MD
LG