Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîcîrya Du Teqîn 9 Kesan Dikujin


Nigeria
Nigeria

Du êrîşkerên xwekujî yên jin ku gumane girêdayî gurûpa Boko Haram in, îro şemiyê xwe peqandin li bajarê Maiduguri yê bakurê rojhilata Nîcîrya û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 birîndar bûn, li gor berpirs û gewahîderan.

Teqîna yekem rû da dema êrîşkerekê hewil da derbasî kampekê be ku bêhtirî 16 hezar penaber lê dimînin, li gor Dan Batta ku şerevanekî berevaniya sivîl e.

Peyvdarê leşkere Mustefa Anka di daxuyaniyekê de got êrîşkera jin derbasî nav komeke mêr û jin bû li dergehê kampê, 5 mêr kuştin û 11 jin birîndar kirin.

Teqîna duyem piştî nîv demjimêrekê rû da, dûrî teqîna yekem bi 1 km, dema erebeyeka sê teker li devreyî benzînxaneyekê teqiya.

Anka got, di herdû teqnînan de jî êrîşkeran nikaribûn derbasî cihê ji xwe re kiribû armanc bin, ku dê ziyake mezintir kiribana.

Pevdarê ajansa rêveberiya niştimanî ya rewşên awarte, Sanî Datta got 9 kes hatin kuştin di nav de herdû kesên êrîşker, û 24 kesên birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên derdorê.

XS
SM
MD
LG