Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Firensa Soz Dide Kampa Koçberan li Parîsê Bigre


Serokê Frensa Francois Hollane soz da ku kampa koçberan li Parîsê bigre, piştî hikûmeta wî 5 hezar kes ji kampekê derxistin li bajarê Kalê, di çarçoweya çareserkirina kirîza koçberan de.

Hollande îro şemiyê li navendeke pêşwazîkirinê, ya Doue-la-Fontaine li rojavayê Firensa, li gel koçberên ku ji kampa Kalê anînbûn kom bû.

Hollane got,”Em nikarin lêborînê li dor kampan bikin, ew ne hêjayî Firensa ne. “

Wî got kampa vê dawiyê li Parîsê hatî vekirin dê ew jî bête valakirin.

Derdora 1500 koçberên di bin temenê yasayî de, li kampa Kalê dimînin.

Hallande bang li Birêtanya kir ku ew jî ji aliyê xwe ve alîkar bin û wan li Birêtanya bicih bikin.

Hêjayî gotinê ye, kampa Kalê koçberên rojhilata navîn û Afrîqa yên ku hewil didin derbasî Birêtanya bin vedihewîne.

Kamp bûbû sîmbola kirîza koçberên Ewrupa.

XS
SM
MD
LG