Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Biryara di Hikmê Qanûnê de Ajans û Rojnameyên Kurdan Hatin Girtin


Bi biryarnameya di hikmê qanûnê de li Tirkîyê biryara girtina Ajansa nûçe ya Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Azadîya Welat hate dayîn.

Îro şemîyê ji di rojnameya fermîya ya Tirkîyê de hate ragihandin ku ajansa nûçe ya Jin (JINHA),Ajansa nûçe ya Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Azadîya Welat ku li Tirkîyê rojnameya yekane kurdî ye hate girtin.

Tv, radyo û ajansên ku hatin girtin bi sedema ku endamên "tevgereke terorîne", û li hember ewlehîya dewletê tevdigerin hatine girtin.

Bi îlankirina rewşa awarte her roj rojname, ajansên nûçeyan, Televîzyon û radyo dihatin girtin. Herî dawin IMC,Zarok Tv, Jiyan Tv û 23 tv û radyo hatibûn girtin.

Herwiha sê rojin ku li herêma Kurdan internet tê qutkirin û bûyerên ku li herêmê diqewimin nagihin gel. Bi biryara îro hemû rêyên ragîhandinê hatin girtin û zêdetirî sed rojnameger di girtîgehan de ne.

Herwiha bi biryara di hikmê qanûnê de îro 10 hezar 131 xebatkarên gişkê bi sedema ku têkilîya wan bi tevgera FETO re heye ji kar hatin dûrxistin. Ji wan xebatkaran 2 hezar û 774 ê wan ji saxlemîyê, 2 hezar 534'ê wan ji wezareta edaletê, 2 hezar û 219'ê wan jî ji wezareta perwerdehîyê ne.

XS
SM
MD
LG