Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 10 Hezar Karmendên Sivîl ji Kar Dûr Dixe


Tirkiyê bêhtirî 10 hezar karmendên sivîl ên din ji kar dûr xistin, di çarçoweya helmeta xwe ya berdewam de piştî kudetaya têkçûyî di meha 6an de.

Nûçeyên dûrxistina akadîmîsyon, mamoste û karmendên kerta saxlemiyê derengî roja şemiyê hatin belavkirin.

Tirkiyê berê bêhtirî 80 hezar karmendên sivîl ji kar dûr xistin û bêhtirî 30 hezarî girtin bi girêdana li gel kudetayê.

Serok Receb Teyyip Erdogan, rêberê ayînî Fethullah Gulen tawanbar dike bi hewildana kudetayê ku di encamê de 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Gulen ê 75 salî, ji sala 1999an ve li Amerîka dimîne û dibêje wî çi girêdan nîne li gel hewildana kudetayê.

Tirkirê daxwaza radestkirina wî ji Amerîka dike, lê berpirsên Amerîkî dibêjin pêwîste radestkirina wî bête erêkirin ji aliyê dadgeha Amerîka ve.

XS
SM
MD
LG