Serokê Tirkiyê huşdarî da ku welatê wî renge bersivê bide eger mîlîtanên Şîiî li Îraqê kiryarên terorîst bikin li bajarokê Til Afar ê nêzîkî Mûsilê.
Ajansa dewletê ya nûçeyan Anadol ragihand ku Receb Teyyip Erdogan îro yekşemê gote peyamnêranhikûmeta wî dê ji nêzîk ve şêwazê mîlîtanên Heşdul Şeibî bişopîne û dê hewil bide mafê pêkhateya Tirkmen li Îraqê biparêze.
Erdogan got:
“Til Afar bajarokekî Tirkmen e. Eger Heşdu Şeibî kiryarên terorîst li wir bikin, wê deme bersiva me bê guman dê ciyawaz be. “
Bikaraînîna mîlîtanên Şîiî yên piştgiriya hikûmeta Îraqê werdigrin, ew babeteke hestdare di şerê berdewam ê rizgarkirina Mûsilê de.
Komandarên Heşdul Şeibî dibêjindê hêzên wan derbasî Mûsilê nebin, lê ji dêvla wê dê bajarokên wek Til Afar dorpêç bikin.
Komandarê Yekîneyên Heşdul Şeibî Karim al-Nuri û peyvdarê gurûpa Hizbullah Jaafar al-Husseini îro yekşemê gotin derdora 15 hezar şervanên Îşiî di şer de beşdarin.