Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexdayê 4 Teqîn Taxên Şîiî ji Xwe re Dikin Armanc


Berpirsên Îraqî dibêjin pêleka teqînan taxên Şîiî li Bexdayê ji xwe re kirin armanc, bi kêmanî 7 kes kuştin û bêhtirî 30 kesî birîndar bûn.

Wan got teqînekê li bazareka gelêrî ya taxa Şaab li bakurê Bexdayê 3 kes kuştin û 10 birîndar kirin. Du teqînên din li bazarên navçeyên Topçî û Zatarya 4 kes kuştin û 16 birîndar kirin. A çarem di mîkrobasekê de hatibû çandin li bvajarê Sedir, çi kuştî encam nedan lê 6 kes birîndar kirin.

Ev êrîş hatin piştî rojekê ji armanckirina kombûneke alîkariyê ya hecaçiyên Şîiî ji aliyê xwekujekî Daiş ve, ku 7 kes kuştin û bêhtirî 20 birîndar kirin.

Ta dema amadekirina vê nûçeyê, hîn kesekî berpirsiyariya xwe ranegihandibû li dor van êrîşan, lê çekdarên Daiş pêkhateya Şîiî li Îraqê ji xwe re dike armanc .

XS
SM
MD
LG