Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Serhildêrên Sûrî li Rojavayê Helebê Berdewame


Topbarana serhildêrên Sûrî bo navçeyên bin destê hikûmetê li bajarê Helebê, îro yekşemê berdewame, ku bi kêmanî 7 kes, di nav de 3 zarok, kuştin û bi erebeyên bumbekirî û tankan ber bi aliyê rojavayê bajêr de diçin, li gor tilfizyona dewletê.

Hikûmeta Sûrî dibêje opozisyonê gazên jehrîn bikar anîn.

Van êrîşan jimara kuştiyan di sê rojan de bilind kir bo 41 kuştiyên sivîl, di nav de 16 zarok bûn, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye.

Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura got ew “şok bû bi jimara bilind a rokêtan ku bê ciyawazî hatin avêtin “ ser taxên bin destê hikûmetê.

Topbarana îro yekşemê di roja xwe ya sêyem de ye ji bo şikandina dorpêçkirina navçeyên bin destê serhildêran, ji aliyê hêzên hikûmetê ve.

XS
SM
MD
LG