Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Dijî Daiş Hewildidin Bizanin Çawa Daiş Desthilatdariya Gundan Dikirin


Derdora 10km dûrî eniyên şerê rizgarkirina Mûsilê hêzên Pêşmerge li navçeyeka van demên dawî hatî rizgarkirin geriyan. Ew dibêjin ew bi riya taqîkiriba şûnên çekdarên Daiş fêrî gelek tektîkên wan bûn.

Li gor Pêşmergeyan çêkirina bumbeyan li firoşgehekê dibû û Daiş nift disojt ji bo veşartina gund ji hêzên koalisyonê.

Hêzên Îraqê û yên Pêşmergeyan li nav gundên rizgarkirî vekolînan dikin ku çekdaran li dirêjiya bêhtirî du salan ew birêve dibirin.

Tahir Aziz, ku komandarekî Pêşmergeyane, got:

"Em bi temamî nizanin çend endamên Daiş li vir bûn, lê ji ber ku termên miritan hîn li virin, em dizanin çend hatine kuştin. Em nizanin çend reviyan."

Li dawiya gund, mizgeftek hatibû dagirtin bi tûrên qûmê ji ber ku Daiş dixwestin şûnên xwe ji firokên koalisyonê veşêrin.

Pêşmerge dibêjin herçendî ev çûre zanyarî dikarin alîkar bin, şerê Daiş dimîne karekî dijwar û tevlîhev.

Genêralê Pêşmerge Osman Ali got:

"Dijwariya li pêş me ewe erebeyên bumbekirî û teqînên xwekujî. Me çek hene lê çekên me ne wek yên hêzên Îraqê ne, me pêwîstî bi çekên bêhtir û baştir heye."

XS
SM
MD
LG