Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampa Clinton Dibêje Divê FBI Tiştên li dor Pêwendiyên Trump û Rûsya Dizane Diyar Bike


Mezinekî alîkarên Hillary Clinton îro bang li FBI kir ku diyar bike her tiştekî dizane li dor pêwendiya Donald Trump li gel Rûsya.

Kampa Clinton ajansa FBI tawanbar kir bi belavkirina ne dadmend a pêdaçûnan li dor emailên Clinton û bêdengiya li dor kandîdê komarî Donald Trump.

Li gor çavkaniyên şareza di derbarê vê dozê de, Nivîsîngeha Fedralî ya Vekolînan(FBI) di van mehên dawî de, pêdaçûnên seretayî vekirin li dor idîayên ku renge Trump an alîkarên wî pêwendî hebin li gel xelk an karsazên Rûsî, lê çi belge nedîtin ku bi awakî fermî vekolînan di vê derbarê de vekin.

Ajansê hîn bi awakî aşkere ev yek guftûgo nekiriye.

Hefteyekê berî hilbijarinên serokatiya Amerîka, helmeta Clinton hewil dide ziyana ku ragihandina rêbirê FBI James Comey ya roja înê encam dayî vehewîne.

Comey gotibû ajansa wî pêdaçûnan dike li dor hin emailên nû yê Clinton yên bikaranîna servereka taybet dema ku ew wezîra derve bû.

XS
SM
MD
LG